Dayikek û 5 zarokên vê di bûyereke hatûçûyê de canê xwe ji dest dane.
Li gor çapemeniya Bakûrê Kurdistanê duhê bişev li ser rêya gundên ser bi bajarê Sirtê tirimbîlek ji kontrolê ajovanê derketiye û qulipiye.
Di encama vê bûyerê de tanka gazê (lpg) ya tirimbîlê teqiyaye, di nava tirimbîlê de 5 zarok û dayik û bavê wan hebûne.
Di encama bûyerê de 5 zarok û dayika wan canê xwe ji dest dane û bavê wan jî birîndar bûye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin