Êrîşî ser hêzên Amerîkî li Îraqê hate kirin

derbarê zirarên êrîşê de zaniyarî nehatine bidest xistin.
کوردستان TV
100%

Piştî çend seatan ji serdana wezîrê derve yê Amerîkayê êrîş pêk hatiye.

Li gor daxuyaniyeke eniya berxwedana îslamî ya Îraqê, îro danê sibê piştî çend seatan ji serdana wezîrê derve yê Amerîkayê bo Îraqê, hêzên wan êrîşî ser hêzên Amerîkî yên li navenda leşkerî ya Eyn Esed ya li parêzgeha Enbarê kirine.

Di daxuyaniya vê eniya han de hatiye gotin ku, hêzên wan bi çar mûşekan êrîşî ser hêzên Amerîkî kirine û her çar mûşek jî di nava navenda Eyn Esedê de ketine erdê.

Heta niha Amerîka di vê derbarê de ti daxuyanî nedaye.

Rojhilata navîn Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.