Li balefirgeha Bexdayê kincên taybet li ber kiribû.
Duhê bişev wezîrê derve yê Amerîkayê Antony Blinken di çarçoveya serdana xwe ya bo Rojhilata Navîn de gehêşte Bexdayê.
Yekem peyama Antony Blinken bo Îraqiyan ev bû ku, Îraq ne welateke biewleye, lewre beriya ku, ji balefira xwe dakeve kicên taybet liber kir û ev jî peyameke girîng bû ku, daye aliyên Îraqî.
Blinken pişt re li gel Serokwezîrê Îraqê Mihemed Sûdanî civiya û di civînan de behsa şerê navbera Îsraîl û Hemasê, êrîşên komên çekdar yên ser bi Îranê bo ser hêzên Amerîkî hate kirin.
Di civînê de wezîrê derve yê Amerîkayê ji Sûdanî re gotiye ku, eger êrîşên komên çekdar yên ser bi Îranê bidomin vê demê Amerîka vê bersifeke gelek dijwar bide wan çekdaran.
Antony Blinken herwiha eşkere kiriye ku, Amerîka naxwaze li gel Îranê şer bike û naxwaze şer berfire bibe lê eger metirsî bikeve ser welatî û hêzên Amerîkî yên li deverê de vê demê Amerîka jî rast rast bersifên dijwar bide Îranê.
Piştî bi dawî hatina civîna li gel Sûdanî, Antony Blinken dîsa bi kincên taybet çû balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê û serdana hêzên leşkerî yên Amerîkayê yên li Bexdayê jî kir.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin