PDK baregeha xwe ya Kerkûkê wergirt

zanîngeha Kerkûkê jî biryara Serok Barzanî bi girîng wesif dike.
کوردستان TV
100%

Serok Barzanî ev baregeha han bexişiye zanîngeha Kerkûkê.

Îro bi fermî partiya demokrata Kurdistanê baregeha xwe ya Kerkûk Gerimiyan yaku, di dema xiyaneta 16 Cotmehê de hatibû dagîrkirin wergirt.

Lê PDK vê baregeha han bikar nahîne jiber ku, bi fermana Serok Barzanî ev baregeha han pêşkêşî zanîngeha Kerkûkê hatiye kirin.

Her îro Parlementerê PDK Şaxewan Ebdulah di merasîmeke fermî de fermana Serok Barzanî eşkere kir û di merasîma han de yaku, Serokê zanîngeha Kerkûkê jî têde beşdar bû, ev baregeha han bi fermî ji zanîngeha Kerkûkê re hate pêşkêşkirin.

Li hember de jî zanîngeha Kerkûkê ev biryara Serok Barzanî bi biryareke dilsozane û dîrokî wesisf kir û spasiya Serok Barzanî kir.

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.