Netanyahu jî huşdarî daye Nesrulah.
Duhê piştî nimêja înê ya li Beyrûtê Serokê tevgera hizbulah Hesen Nesrulah gotarek derbarê şerê navbera Îsraîl û Hemasê de pêşkêş kir û ragihand ku, hizbulah di 8ê Cotmehê de heta niha bi awayeke ektîf di nava şer deye.
Nesrulah di berdewamiya gotinên xwe de diyar kir ku, hîn jî Îsraîl aqil nebûye û lipey berejwendiyên xwe yên demdirêj de digere lê nikare serkeftinê bidest bîne.
Nesrulah tekez li ser vê yekê jî kir ku, bo her cure senariyoyekî amadene û her gav eger heye tiştên girîng biqewmin. Nav hatî diyar kiriye ku, berpirsê yekem yê vê şerê Amerîkaye lewre êrîşî ser hêzên Amerîkî dikin.
Piştî wan gotinan, Îsraîlê Benjamîn Netanyahu jî bersifa Nesirulah da û got, bila aqil bin jiber ku, eger dijî Îsraîlê gavek bavêjin vê rastî encamên wisa werin ku, ti carî aqilê wan hesaba wan encaman nekiribe.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin