Serokê wan çekdaran ferman bi wan kiriye.
Di civîna koma desteya çekdarên heşda şebî Serokê vê koma han ya çekdar Ebdulezîz Mehemdawî di civîna xwe ya li gel rayedarên heşda şebî de behsa rewşa deverê û aloziyên heyî kiriye.
Her di heman civînê de ferman bi çekdarên heşda şebî hatiye kirin ku, bi her awayî xwe amade bikin bo rûbirû bûna her egerekê di rojên pêş de.
Weke tê zanîn hin komên çekdar yên ser bi Îranê li Îraqê jî ev çend cara eşkere dikin ku xwe bo êrîş kirine ser Îsraîl û hêzên Amerîkî amade dikin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin