Behsa têkiliyên navbera Kurdistan û Çînê hate kirin.
Îro li Pîrmamê Serok Barzanî li gel Konsulusê nû yê Çînê li Hewlêrê û şandeke pê re civiya.
Di civînê de Konsulusê nû yê Çînê rêzdariya xwe ya li hember rola Serok Barzanî û partiya demokrata Kurdistanê di nava hevsengiyên Kurdistan, Îraq û deverê de diyar kir û qurbanîdana partiya demokrata Kurdistanê di nava tevgera azadîxwaz ya gelê Kurdistanê de bilind nirxand.
Nav hatî rixmî balkêşandine ser têkiliyên dîrokî yên di navbera Barzaniyê Nemir û Serkirdeyên Çînê û têkiliyên navbera PDK û partiya komonîst ya Çînê daxwaza pêşde birina têkiliyên navbera Kurdistan û Çînê di warê çandî, zanistî, abûrî û bazirganî de kir.
Serok Barzanî jî rixmî pîrozabyî kirin li Konsulusê nû yê Çînê hevdem hêviya serkeftinê jê re xwest û rêzdariya xwe ya li hember medeniyeta Çîn, gel û Serkirdeyên vê welatî diyar kir ku, gehêştine asteke bilind û xizmeteke gelek zêde pêşkêşî mirovatî kirin. Serok Barzanî herwiha kêfxweşiya xwe ya li hember pêşde birina têkiliyan di navbera her du aliyan de diyar kir.
Nirxandina pêşhatên dawî yên cîhan û deverê mijarên din yên vê civînê bûn.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin