Hûsiyan jî dijî Îsraîlê şer ragihand

hefteya berê dîsa êrîş kiribûn lê mûşekên wan li Misirê ketibûn.
کوردستان TV
100%

Dibêje me bi dron û mûşekên balîstîkî êrîşî ser Îsraîlê kiriye.

Peyvdarê çekdarên husî yên li Yemenê yên ku, ji aliyê Îranê ve têne birêvebirin, ragihand ku, li dijî Îsraîlê şer ragihandine û bi dron û mûşekên balîstîkî êrîşî ser Îsraîlê kirine.

Peyvdarê husiyan Yehya Serî ragihandiye ku, husî bi fermî li dijî Îsraîlê ketine nava şer û di vê çarçoveyê de bi hijmareke dron û mûşekên balîstîkî êrîşî ser Îsraîlê kirine.

Yehya eşkere kiriye ku, vê êrîşên wan bo ser Îsraîlê  berdewam dibin.

Weke tê zanîn hefteya derbasbûyî jî husiyan êrîşî ser Îsraîlê kiribû lê Îsraîl mûşekên wan ji xwe dûr xistibû û li Misirê ketibûn erdê.

Nûçe Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.