Wezîrê derve yê Îranê serdana du welatên deverê dike

behsa şerê navbera Îsraîl û Xezeyê dikin.
کوردستان TV
100%

Îro diçe Qeterê û sibê jî diçe Tirkiyeyê.

Li gor çapemeniya Îranî biryare bi mebesta giftûgo kirin derbarê şerê navbera Îsraîl û Xezeyê de îro wezîrê derve yê vê welatî serdana Qeterê bike û li gel rayedarên Qeterê bicive.

Çapemeniya Îranî herwiha eşkere kiriye ku, wezîrê derve Emîr Husên Ebdulahiyan piştî Qeterê vê serdana Tirkiyeyê jî bike û li gel rayedarên Tirkiyeyê behsa şerê navbera Îsraîl û Qeterê bike.

Weke tê zanîn Îran, Qeter û Tirkiye sê welatên deverêne ku, bi her awayî piştîvaniya Hemasê dikin û beriya du rojan Serokkomarê Tirkiyeyê Receb Teyyib Erdogan jî gef li Îsraîlê kiribû û gotibû mimkune şevek ji nîşkave emê êrîşî ser Îsraîlê bikin.

Rojhilata navîn Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.