Duhê dîsa êrîşî Eyn Esed hate kirin.
Li gor jêderên çapemeniyê duhê careke din komên çekdar yên li Îraqê ên ser bi Îranê êrîşî ser hêzên Amerîkî yên li navenda Eyn Esed kirine.
Li gor zaniyariyên berdest komên çekdar bi 4 mûşekan êrîşî ser hêzên Amerîkî kirine lê heta niha Amerîka di vê derbarê de ti daxuyanî nedaye û zaniyarî derbarê zirarên êrîşê de nehatine bidestxistin.
Weke tê zanîn Amerîka jî huşdarî daye Îranê ku, eger êrîş berdewam bin vê demê Amerîka raste rast êrîşî ser Îranê bike û Îran jî ji tirsa gotibû ti têkiliyeke me bi wan êrîşan re tuneye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin