Hemas: Bendevariyên me ji hin aliyan gelek zêde bûn

dibêje hizbulah û Îran pişt li me kirin.
کوردستان TV
100%

Dibêje pişt li me kirin.

Endamê komîteya siyasî ya Hemasê Mûsa Ebû Merzûq derbarê şerê navbera Hemas û Îsraîlê de ragihand ku, şer berdewame û vê berdewam be.

Mûsa Ebû Merzûq herwiha eşkere kiriye ku, Hemas li gel destpê kirina şerê bendevariyên gelek zêde ji Hizbulah û çend aliyên din hebû lê ev aliyên han pişt li Hemasê kirin û weke ku, soz dabûn tev negeriyan.

Ebû Merzûq derbarê helwesta hikûmeta Felestînê de jî diyar kir ku, helwesta hikûmeta Felestînê li ser vê mijarê cîhê şermê ye.

Weke tê zanîn beriya çend rojan rayedarekî din yê Hemasê jî rexne li Îranê kiribû û ragihandibû ku, Iran hana me dabû û soza hevkarî û piştgîriyên zêde dabû lê Îran jî pişt li me kir.

 

Nûçe Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.