Netanyahu: Şer vê demdirêj û dijwar be

dibêje heta Hemas bi temamî neyê jinav birin şer nayê rawestandin.
کوردستان TV
100%

Li gel kesûkarên dîlgirtiyan civiyaye.

Li gor çapemeniya Îsraîlê duhê Serokwezîrê vê welatî Benjamîn Netanyahu li gel malbet û kesûkarên welatiyên medenî yên ku, ji aliyê Hemasê ve bidîl hatine girtin civiyaye.

Netanyahu di civînê de eşkere kiriye ku, artêş û hikûmet her cure bijardeyek bo azad kirina dîlgirtiyan bikar tîne.

Netanyahu tekez li ser vê yekê kiriye ku, ev şer ji aliyê Hemasê ve hatiye destpêkirin û Îsraîl jî heta ji nav birina Hemasê şer bike û şer berdewam, demdirêj û dijwartir jî dibe.

Ji aliyeke din ve duhê jî artêşa Îsraîlê tank û hêzên xwe yên bejahî ji Bakûr ve derbasî Xezeyê kir û operasiyona bejahî jî duhê destpê kir û artêşa Îsraîlê jî dibêje ev hîn jî pêngava yekeme vê operasiyon were berfiretirkirin.

 

Nûçe Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.