Li gel balyozê Franseyê civiya.
Îro Serokwezîrê herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel balyozê Franseyê civiya û piştî civînê jî Serokwezîr wisa nivîsand;
Îro me pêşwaziya balyozê Franseyê li Îraqê birêz Eric Shuvalier.
Di civînê de me giftûgo derbarê guhertin û pêşhatên rewşa siyasî ya Îraqê, deverê û pêşde birina têkiliyên du alî kir.
Mijara sereke ya civîna me taybet bû bi giftûgo kirin derbarê pêdivî bûna dabîn kirina mafên destûrî û şayîsteyên darayî yên herêma Kurdistanê bi tabetî piştî ku, hikûmeta herêma Kurdistanê bi data û zaniyariyên hûr rûnkirinên pêwîst pêşkêşî komîteya çavdêriya darayî ya parlementoya Îraqê û aliyên têkildar yên hikûmeta federalî kiriye û lazime hikûmeta federalî jî şayîsteyên darayî yên herêmê bişîne jiber ku, nabe ji vê zêdetir mafên mûçexwerên herêma Kurdistanê werin binpêkirin.
Girîngiya parastina ewlekarî û aramiya Îraq û herêma Kurdistanê, parastina nuneratiyên dîplomatîkî û hêzên hevpeymanan mijarên din yên vê civîna han bûn.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin