Behsa rewşa deverê hate kirin.
Îro li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya balyozê Franseyê yê li Îraqê Eric Shuvalier kir û di civînê de Eric Shuvalier silav û rêzên Serokê Franseyê gehande Serok Barzanî.
Her di heman civînê de Serok Barzanî û Eric Shuvalier behsa rewşa siyasî û pêşhatên li deverê de, eger û metirsiyên pêvajoya pêş de kirin.
Têkiliyên navbera hikûmeta herêmê û hikûmeta federalî mijareke din ya vê civînê bûn û hewldanên heyî yên bo çareser kirina kêşeyan bi girîng hatin wesifkirin.
Balyozê Franseyê yê il Îraqê jiber radest kirina baregehên PDK yên li Kerkûkê bo zanîngeha Kerkûkê ji aliyê Serok Barzanî ve spasiya Serok Barzanî kir û got ev yek gaveke gelek girînge û aram kirina rewşê.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin