Amerîka: Rûsye leşkerên xwe dikuje

dibêje herî kêm 5 hezar leşkerên Rûsî hatine kuştin.
کوردستان TV
100%

Dibêje li devera Audiifca Rûsye rastî zirarên mezin hatiye.

Peyvdarê civata ewlekariya nîştimanî ya Amerîkayê John Kirby ragihand ku, Rûsye wan leşkerên xwe yên ku, ji eniyên şer direvin anjî paşve dikêşin îdam dike.

Jonh Kirby diyar kir ku, li navçeya Audiifca ya li herêma Donetsk ya li Rojhilatê Ukraynayê, artêşa Rûsyeyê rastî wendahiyên gelek zêde hatiye û herî kêm 5 hezar leşkerên Rûsî li vê navçeyê hatine kuştin.

Nav hatî eşkere kiriye ku, di wan demên dawî de Rûsye gelek leşkerên xwe yên ku, ji eniyên şer direvin anjî paşve dikêşin dikuje.

Ji aliyê xwe ve artêşa Urkaynayê jî ragihandiye ku, li navçeya Audiifca derbên gelek dijwar li artêşa Rûsyeyê dane û artêşa Rûsyeyê neçarî vekêşînê kiriye.

Nûçe Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.