Dibêje 21 leşkerên me birîndar bûne.
Serokê Amerîkayê Jeo Biden di nameyekê de ku, bo Kongrêsa welatê xwe nivîsandiye behsa vê yekê kiriye ku, ji piştî 7ê Cotmehê ve heta niha bi giştî 14 caran li Sûriye û Îraqê êrîşî ser hêzên Amerîkî hatiye kirin û di encama wan êrîşan de 21 leşkerên Amerîkî bi sivêkî birîndar bûne û niha li ser pîwerdariya xwe dene.
Biden herwiha eşkere kiriye ku, Amerîka roja înê (duhê) li Sûriyeyê êrîşeke gelek dijwar biriye ser du navendên leşkerî yên Îranê û zirarên medin daye wan.
Biden tekez li ser vê yekê kiriye ku, Amerîka bo berevanî kirin ji leşkerên xwe li Îraq û Sûriyeyê tedbîrên tundtir distîne û mafê bersifdayînê ya Amerîkayê jî heye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin