Urdin jî dibêje bandora vê operasiyonê gelek zêde dibe.
Duhê bişev artêşa Îsraîlê ragihand ku, li dijî çekdarên Hemasê yên li Xezeyê dest bi operasiyona bejahî kiriye û heta tevahiya çekdarên Hemasê neyên jinavbirin vê operasiyon bidome.
Ji aliyeke din ve wezareta derve ya Urdinê jî diyar kiriye ku, duhê bişev artêşa Îsraîlê dest bi operasiyona xwe ya bejahî li Xezeyê kiriye û ev operasiyona han vê gelek bandorên nebaş li ser rewşa deverê bike û mimkune bibe sedema têkçûna giştî ya rewşa deverê.
Ji aliyeke din ve duhê bişev artêşa Îsraîlê berfiretirîn û dijwartirîn êrîşa xwe ya asmanî bo ser Xezeyê pêk anî û di encam de xetên elektirîk û internetê jî hatin jinavbirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin