Îsraîl bi daxwazeke Amerîkayê razî bûye.
Şerê navbera Îsraîl û Hemasê di roja 20 de jî berdewame û duhê bişev jî artêşa Îsraîlê tankên xwe derbasî Xezeyê kir û piştî operasiyoneke biçûk, hêzên xwe vekêşa.
Jêderên Îsraîlî diyar kirine ku, Îsraîl bi daxwaza Amerîkayê ya bo paş xistina destpê kirina operasiyona bejahî qebûl kiriye û Amerîka ji Îsraîlê re gotiye heta hêzên Amerîkî li deverê de amade dibin lazime operasiyon were paşxistin û Îsraîl jî ev yek qebûl kiriye.
Her di derbarê operasiyona bejahî de Serokwezîrê Îsraîlê Benjamîn Netanyahu jî diyar kiriye ku, li gel artêşê dema operasiyonê diyar kirine lê niha naxwazên dema diyarîkirî eşkere bikin.
Ji aliyeke din ve jî Amerîka piştî destpê kirina şerê navbera Îsraîl û Hemasê biryar daye ku, hêzên xwe li deverê zêdetir bike û sîstemên nû yên berevanî li deverê de bicîh bike.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin