Biden: Lazime Xamneyî xwe amade bike

dibêje hebûna hêzên me bo şerê dijî DIŞIê ye.
کوردستان TV
100%

Dibêje emê raste rast êrîşî ser Xamneyê bikin.

Serokê Amerîkayê Jeo Biden duhê bişev dema civîna xwe ya li gel Serokwezîrê Avustiraliyayê behsa hêzên Amerîkî yên li Rojhilata Navîn kir.

Biden di destpêka gotara xwe de balkêşande ser şerê navbera Îsraîl û Xezeyê û ragihand ku, me ji Îsraîlê re negotiye operasiyona bejahî bike an neke.

Biden herwiha anî ziman ku, hêzên Amerîkî yên li Rojhilata Navîn bo ji nav birina DIŞIê hatine bicîhkirin û ti têkiliyeke wan bi şerê Îsraîl û Hemasê re nîne.

Nav hatî di beşeke din ji gotara xwe de gef li Rêberê Îranê Elî Xamneyî jî kir û ragihand ku, eger êrîşên komên çekdar yên ser bi Îranê li Îraq û Sûriyeyê bo ser hêzên Amerîkî bidomin vê demê Amerîka bêdeng namîne û bersifeke dijwar dide û raste rast êrîşî ser Îranê dike.

 

Rojhilata navîn Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.