Li gel Seorkê bankaya navendî ya federalî civiya.
Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel Serokê bankaya navendî ya Îraqê civiya û piştî civînê jî Serokwezîr wisa nivîsand;
Îro me pêşwaziya Parêzgarê bankaya navendî ya Îraqê birêz Elî Mushên Elelaq kir.
Di civînê de me giftûgo derbarê pêşde birina hemahengiya navbera herêma Kurdistan û hikûmeta federalî bi taybetî bankaya navendî di warê reformên kerta bankî û hewlên rûbirû bûna spî kirina pere û hewldan bo aramiya abûrî kir.
Me balkêşande ser proje û destpêşxeriya (hijmara min) û spasiya piştîvanî û hemahengiya parêzgarê bankaya Navendî û Serokwezîrê birêz Mihemed Sûdanî kir û tekez li ser vê yekê kir ku, pêşkeftina herêma Kurdistanê pêşkeftina tevahiya Îraqê û di berejwendiya tevahiya welatiyan deye.
Me her du alî li ser girîngiya domandin û pêşde birina hemahengî û hevkariyê bo pêşde birina abûrî û aramiya abûrî hemfikir bûn.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin