Amerîka 3 dronên din xiste erdê

duhê jî sê dronên din hatibûn xistin.
کوردستان TV
100%

Xwestibûn êrîşî ser Tenefê bikin.

Rayedarên leşkerî yên Amerîkî yên li navenda leşkerî ya Tenefê ya li sêgoşeya sînorî ya Îraq, Sûriye û Urdinê diyar kirine ku, êrîş bi sê dronan hewl hatiye dayîn êrîşî ser wan were kirin.

Li gor zaniyariyan, hêzên Amerîkî karîne beriya ku, ev her sê dron bigehêjin cîhê xwe û êrîşê pêk bînin, wan bixin erdê.

Weke tê zanîn duhê jî li Eyn Esed û Herîrê bi heman awayî hewla êrîşê bo ser hêzên Amerîkî hatibû dayîn lê tevahiya dronên êrîşber hatibûn xistin.

Rojhilata navîn Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.