Biden û Sîsî lihev kirin

Îsraîl jî li ser gehandina hevkariyên însanî bo Xezeyê helwesta xwe diyar kiriye.
کوردستان TV
100%

Bi rêya telefûnê peyvîne û lihev kirine.

Li gor çapemeniya Misirî Peyvdarê Serokkomariya Misirê Ehmed Fehmî ragihandiye ku, duhê Serokê Amerîkayê Jeo Biden piştî serdana xwe ya bo Îsraîlê bi rêya teleftûnê li gel Serokkomarê Misirê peyviye û behsa rewşa Xezeyê kirine.

Ehmed Femî diyar kiriye ku, di peywendiya han ya telefûnî de Biden ji Sîsî xwestiye daku, bo gehandina hevkariyên însanî bo Xezeyê deriya sînorî ya Refa veke û li hember de Serokkomarê Misirê jî ragihandiye ku, deriyê Ref a bo gehandina hevkariyên însanî vedike û rê dide birîndarên Xezeyê bo derman kirinê bo Misirê werin veguhastin.

Ji aliyeke din ve Îsraîl jî diyar kiriye ku, ne li dijî şandina hevkariyên însaniye bo Xezeyê lê nabe ev hevkariyên han bigehêjin destê Hemasê jiber ku, eger bizane hevkarî digehêjin destê Hemasê vê demê rê nade ti hevkariyek bigehêje Xezeyê.

Nûçe Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.