Dibêje kes nikare pêşiya wan hêzan bigire.
Rêberê şoreşa Îranê Elî Xamneyî di gotareke xwe de ya derbarê şerê navbera Hemas û Îsraîlê de gef li Îsraîlê kiriye û dibêje lazime Îsraîl dawî bi êrîşên xwe bîne.
Elî Xamneyî ji Îsraîlê re gotiye ku, eger êrîşên Îsraîlê berdewam bin vê demê hêzên eniya berxwedanê jî dikevin tevgerê û kes nikare pêşiya wan bigire û derbeke din ya gelek dijwar li Îsraîlê didin.
Xamneyî eşkere kiriye ku, êrîşên Hemasê yên bo ser Îsraîlê nîşaneya şikesta Îsraîlê ye û Îsraîl çi jî bike nikare vê şikesta xwe veşêre.
Ji aliyeke din ve Amerîka jî bi berdewamî huşdarî li Îranê dide û dibêje eger Îran beşdarî şer bike vê demê Amerîka raste rast êrîşî ser Îranê dike.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin