Li Îraqê ev êrîş pêk hatiye.
Rayedar û Fermandarên hêzên Amerîkî yên li navenda leşkerî ya Eyn Esed ya li Îraqê ragihandine ku, duhê bişev bi du dronan êrîşî ser wan hatiye kirin.
Di daxuyaniya han de hatiye eşkere kirin ku, hêzên Amerîkî karîne beriya ku, dron bigehêjin ser navenda leşkerî ya Amerîkî, wan her du dronan biteqînin û bixin erdê.
Ev êrîşa han di demekê de pêk hatiye ku, hêzên Amerîkî jî li deverê de ketine amadebaşiyê û piştî êrîşî ser xestexaneya Xezeyê hatiye kirin tê payîn ku, şer berfiretir bibe.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin