Serokwezîr li gel şandeke Şêwirmendên Serokwezîrê Îraqê civiya

dibêje lazime rêz ji sîstema federalî were girtin.
کوردستان TV
100%

Behsa kêşeyên navbera Kurdistan û Îraqê hate kirin.

Îşev Serokwezîrê Kurdistanê li gel hijmarek ji Şêwirmendên Serokwezîrê Îraqê civiya û piştî civînê jî Serokwezîr wisa nivîsand;

Îro me pêşwaziya ji hijmareke Şêwirmendên birêz Serokwezîrê federalî kir.

Di civînê de me bi awayeke kurt behsa têkiliyên navbera herêma Kurdistan û hikûmeta federalî, kêşe û nakokiyên navbera her du aliyan û rêyên çareser kirina wan li ser esasê destûr û rêkeftinan pêşkêş kir.

Me ev  yek dubare kir ku, piştî hilweşandina rejîma Besê, herêma Kurdistanê bi awayeke ektîf û bibandor di prosesa ava kirina Îraqa nû û prosesa siyasî kir bi vê armancê ku, dewletekî demokratîk û federal cîhê rejîma dîktator ya berê ya Îraqê bigire. Beşdariya herêma Kurdistanê jî li ser esasê liber çav girtina her sê pirensîbên sereke (hevbeşî, hevsengî û lihev hatinê) bû lê mixabin piştre hewl bo perawêz xistin û lawaz kirina pêgeha qanûnî û destûrî ya herêma Kurdistanê hate dayîn.

Me tekez li ser vê yekê jî kir ku, lazime rêz ji destûr û sîstema federalî ya Îraqê were girtin û were bihêz kirin û pêşde were birin û di vê çarçoveyê de jî nizîkatî li gel herêma Kuridstanê were kirin ne bi eqiliyeta navendî.

Di beşeke din ya civînê de me behsa vê yekê kir ku, Îraq di warê samanên xwezayî û însanî de welateke zengîne û xwedan pêgeheke jeopolîtîkî ya girîng li deverê deye û tenê pêdiviya xwe bi birêvebirineke baş heye ku, bi awayeke yeksan û dadmend nizîkatî li gel tevahiya welatiyan û pêkhateyên cuda bike.

Derbarê kêşe û nakokiyên navbera herêma Kurdistan û hikûmeta federalî de jî me behsa vê yekê kir ku, eger xwestek û îrade û niyaz pakî hebe, çareser kirina kêşeyan ne dijware, di vê warî de me dilsoziya xwe bo çareser kirina bingehîn û hertimî ya kêşeyan di çarçoveya destûr û rêkeftinan de diyar kir û piştîvaniya xwe jî bo karnameya hikûmeta federalî û hewlên Serokwezîr birêz Mihemed Sûdanî bo çareser kêşeyan diyar kir. Bi taybetî kêşeya mûçe û şayîsteyên darayî yên herêmê ku, lazime weke tevahiya deverên din yên Îraqê mûçexwerên herêma Kurdistanê jî her meh bi awayeke normal û bi rêya dezgehên fermi yên hikûmeta herêma Kurdistanê wer bigirin.

Şanda mêwan jî rixmî stayîş kirina karwana awedanî û destkeftên geşe pêdana herêma Kurdistanê, behsa vê yekê jî kir ku, niha niyazpakî ji aliyê her du aliyan ve bo çareser kirina kêşeyan heye û lazime ev rewş û derfeta han ya baş yaku, piştî serdana me ya vê dawî bo Bexdayê derketiye holê neyê ji dest dan û li ser esasê destûrê kêşe werin çareserkirin.

 

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.