Piştîvaniya Amerîkayê bo Kurdistanê berdewam dibe

Amerîka berdewam dibe li ser piştîvaniya Kurdistanê.
کوردستان TV
100%

Serokê herêmê li gel şandeke Amerîkayê civiya.

Îro li Hewlêrê Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya şandeke Amerîkayî bi Serokatiya Alîkara cîgirê wezîrê derve yê Amerîkayê Victoria Taylor kir.

Di civînê de giftûgo derbarê pêşhatên dawî yên ewlekarî û siyasî yên Îraq, Kurdistan û deverê û mekanîzma çareser kirina kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê hate kirin.

Di vê derbarê de Serokê herêmê Nêçîrvan Barzanî anî ziman ku, çareseriya bingehîn ya kêşeyan, dabîn kirina ewlekarî û aramiya Îraqê girêdayî cîhbicîh kirina rast ya sîstema federaliye û şanda mêwan jî li ser vê nêrînê li gel Serokê herêmê hemfikir bû.

Di civînê de şanda mêwan piştîvaniya welatê xwe bo Îraq û herêma Kurdistanê bi taybetî bo çareser kirina kêşeyên heyî û handana Hêlbirînerên Amerîkî bo zêdetir kirina karûbarên xwe li Îraq û Kurdistanê diyar kir.

Pêşde birina têkiliyên Amerîkayê yên li gel Îraq û Kurdistanê mijarên din yên vê civînê bûn.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.