Dibêje Hemas ji Îranê alîkarî wergirtiye.
Serokê Franseyê Emmanuel Macron di dema civîna xwe ya li gel Serokê Almanyayê de behsa şerê navbera Îsraîl û Hemasê kir.
Macron ragihand ku, her çend belgeyên fermî di destê wan de nîne lê ev baş dizanin ku, destê Îranê di êrîşa Hemas ya bo ser Îsraîlê de heye û Îran bo ku, ev êrîşa han pêk were hevkarî û alîkariyeke gelek baş daye Hemasê.
Macron diyar kiriye ku, Îran nabe tiştek bike ku, şer ji sînorên Xezeyê derbas bibe.
Ji aliyeke din ve rayedarên Îsraîl û Amerîkayê jî eşkere dikin ku, Hemas ji Îranê hevkarî û cebelxane wer girtiye û destê Îranê di êrîşan de heye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin