Îraq jî dikare fêde ji vê projeyê wer bigire.
Îro serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Hewlêrê serdana navenda polîs kir û prosesa tomara navan di nava projeya hijmara min de ji nêz ve şopand.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî di gotareke kurt de jî eşkere kir ku, ev projeya han projeyeke gelek girînge, karasanî bo karmend û mûçexweran dike daku, bi asanî bikaribin mûçeyên xwe werbigirin û herwiha pêşiya gendeliyê jî digire.
Mesrûr Barzanî eşkere kir ku, heta niha 65 hezar kes di vê projeyê de navê xwe tomar kirine û hewl tê dayîn ku, karmendên kerta taybet jî di vê prosesê de navên xwe tomar bikin.
Barzanî eşkere kir ku, ev proje gelek girînge û Îraq jî dikare fêde ji vê projeyê werbigirie.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin