Êrîşî ser komeke çekdarên Îranî hate kirin

hijmara kuştiyan nehatiye zanîn.
کوردستان TV
100%

Li devera Ebûlkemalê êrîş pêk hatiye.

Li gor çavkaniyên nûçeyan îro danê sibê li devera sînorî ya Ebûlkemalê ya ser bi parêzgeha Dêra Zorê êrîşî ser 3 navendên komên çekdar yên ser bi Îranê hatiye kirin.

Jêder behsa vê yekê dikin ku, êrîş bi rêya dronan pêk hatiye û di encama êrîşê de gelek kuştî û birîndar hene.

Hate zanîn hêzên ku, êrîşî ser wan hatiye kirin çekdarên Îranî, Efxanî û Libnanî ne ku, ji ailyê Îranê ve bo piştîvanî kirina rejîma Sûriyeyê li Dêra Zorê hatine bicîhkirin.

 

Rojhilata navîn Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.