Tirkiye êrîşî ser wan kiriye.
Li gor nûçeyeke navenda mafên mirovan ya Sûrî, kêliyek beriya niha dronên Tirkiyeyê li bajarê Dirêkê êrîşî ser hêzên asayîşa HSD kirine.
Di encama êrîşa han de herî kêm 11 şervanên HSD canê xwe ji dest dane û gelek şervanên din jî birîndar bûne.
Ji aliyeke din ve Fermandariya giştî ya HSD diyar kiriye ku, di nava 72 seatên derbasbûyî de artêşa Tirkiyeyê 145 cîhên medenî li deverê de bordiman kiriye ku, di nava wan de nexweşxane, bîrên avê, stasiyonên petrolê û navendên hêlbirîna elektirîkê jî hene.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin