Zêdetir ji 700 kesan canê xwe ji dest dane.
Çapemeniya Îsraîlî li ser zarê rayedarên vê welatî belav kiriye ku, hijmara wan welatiyên Îsraîlî yên ku, jiber êrîşên Hemas û komên din yên çekdar canê xwe ji dest daye gehêştiye 700 welatî û zêdetir ji 2 hezar welatiyên din jî birîndar bûne.
Ji aliyeke din ve jêderên tendirostî yên Felestînî jî ragihandine ku, di encama êrîş û bordimanên Îsraîlê de li Xezeyê heta niha nêzî 400 kes hatine kuştin û gelek kes jî birîndar bûne.
Ev roja sêyeme ku, pevçûn di navbera Îsraîl û Felestîniyan de berdewame û Serokwezîrê Îsraîlê duhê bi fermî fermana şer îmze kir û daxwaz ji xelkê Xezeyê kir vê deverê vala bike jiber ku, vê dever bi temamî were wêrankirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin