Herî kêm 15 cîhên din hatine bordimankirin.
Ev çend roje artêşa Tirkiyeyê bi dron û F16an dest bi bordiman kirina deverên curbicur yên Rojavayê kiriye.
Di vê çarçoveyê de hate zanîn ku, duhê bişev êrîş û bordimanên Tirkiyeyê yên bo ser Rojavayê dom kirine û tenê duhê bişev 15 cîhên curbicur hatine bordimankirin.
Heta niha nêzî 40 navendên enerjî û cîhên girseyî li Rojavayê ji aliyê Tirkiyeyê ve hatine bordimankirin û gelek welatiyên medenî jî canê xwe ji dest dane.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin