Tirkiye navendeke petrolê li Rojavayê bordiman kir

heta niha ti zaniyarî derbarê zirarên êrîşê de nehatine bidestxistin.
کوردستان TV
100%

Ev navend dikeve herêma Tirbespiyê ya li Qamîşloyê.

Li gor jêderên çapemeniyê yên nêzî HSD îro danê sibê balefirên Tirkiyeyê dest bi hin êrîşan bo ser deverên curbicur y ên Rojavayê Kurdistanê kiriye.

Jêder behsa vê yekê kiriye ku, di çarçoveya wan êrîşan de îro êrîşî ser navendeke petrolê ya li Tirbespiyê ya li kantona Qamîşloyê hatiye kirin lê heta niha ti zaniyarî derbarê zirarên êrîşê de nehatine bidestxistin.

Weke tê zanîn beriya du rojan wezîrê derve yê Tirkiyeyê gef kiribû ku, vê Tirkiye êrîşî ser navendên enerjiyê yên li Rojavayê dike.

Rojhilata navîn Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.