Hevpeymanan balefireke Tirkiyeyê xiste erdê

di nava du rojan de ev 9 care Tirkiye êrîş dike.
کوردستان TV
100%

Li Hesekê ev balefir hatiye xistin.

Li gor nûçeyeke navenda mafên mirovan ya Sûriyeyê îro pêncşem 5ê Îlonê hêzên hevpeymaniya cîhanî li Hesekê dronekî Tirkî ji cureya Bayraqdar xistine erdê.

Vê navendê diyar kiriye ku, ev drone Tirkiyeyê dema xwestiye nêzî navendeke hevpeymaniya cîhanî ya li Hesekê bibe, ji aliyê sîstema berevanî ya hevpeymaniya cîhanî ve hatiye xistin.

Di heman nûçeyê de hatiye diyarkirin ku, di encama êrîşeke dronên Tirkiyeyê de bo ser başûrê Amûdê li gundewarê Qamîşloyê herî kêm 6 kes hatine kuştin û 2 kesên din jî birîndar bûne.

Hate zanîn ku, di nava du rojan de ev 9 care Tirkiye êrîş dike û di encama wan êrîşan de herî kêm 8 kes canê xwe ji dest dane û 5 kesên din jî birîndar bûne.

Rojhilata navîn Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.