Wezîrê derve yê Îraqê li gel şandeke Fransî civiyaye.
Li gor çapemeniya Îraqê duhê bişev wezîrê derve yê Îraqê Fûad Husên li gel Şêwirmendê karûbarên Rojhilata Navîn ya Serokatiya Franseyê Patrick Durrill civiyaye.
Di civînê de her du aliyan behsa têkiliyên navbera Îraq û Franseyê kirine û tekez li ser berfiretir kirina têkiliyên han kirine.
Di heman civînê de Fûad Husên û Patrick Durrill behsa amadekariyên serdana wezîrê derve yê Franseyê bo Îraqê û herwiha serdana Serokkomarê Franseyê bo Îraqê hatiye kirin û biryare di dawiya Cotmehê de wezîrê derve yê Franseyê serdana Bexdayê bike.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin