Bordiman û êrîşên Tirkiyeyê jî didomin.
Li gor çapemeniya Îraqî biryare îro 5ê Cotmehê wezîrê berevanî yê Îraqê Sabit Mihemed Ebasî biçe Tirkiyeyê.
Sabit Mihemed Ebasî vê li Enqereyê li gel wezîrê berevanî yê Tirkiyeyê Yaşar Guler bicive.
Li gor çapemeniya Îraqî vê di civînê de giftûgo li ser çend mijaran bi taybetî mijara pkk û êrîş û operasiyonên Tirkiyeyê yên di nava axa Îraqê de were kirin.
Weke tê zanîn di destpêka vê hefteyê de jî Serokkomarê Îraqê êrîşên Tirkiyeyê mehkûm kiribû û gotibû lazime li gel Tirkiyeyê rêkeftinek îmze bikin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin