Duhê bişev li ser Serokwezîrê Kurdistanê civiyabû.
Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî duhê bişev li gel Organîzatorê karûbarên balyozxaneya Amerîkayê civiya û piştî civînê jî derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand;
Îro me pêşwaziya Organîzatorê karûbarên balyozxaneya Amerîkayê li Îraqê birêz David Berger kir.
Di civînê de me giftûgo derbarê pêşhatên dawî, rewşa giştî ya Îraq û girîngiya dabîn kirina mafên destûrî û şayîsteyên darayî yên herêma Kurdistanê kir.
Em her du alî li ser girîngiya destpê kirina henarde kirina petrola Kurdistanê bi rêya bendera Cîhan ya Tirkî di demeke nêz de hemfikir bûn.
Di mijareke din ya civînê de me tekez li ser pêwîstiya lidarxistina hilbijartinên parlementoya Kurdistanê di dema diyarîkirî de kir.
Organîzatorê karûbarên balyozxaneya Amerîkayê li Îraqê spasiya hikûmeta herêma Kurdistanê kir bo bi hawar çûna zirardîtiyên bûyera şewata Hemdaniyeyê û stayîşa rewşa bihevre jiyana aştiyane di navbera pêkhateyên cuda yên li herêma Kurdistanê de kir.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin