Li Heleb û derdorê Helebê gelek navendên cîhadiyan hatine bordimankirin.
Çapemeniya Sûrî belav kiriye ku, îro çarşem danê sibê, artêşa rejîma Sûrî weke bersif dayîna êrîşên komên cîhadî yên li Îdlib û Hemayê yên bo ser hêzên rejîmê, dest bi topbaran û bordiman kirina navendên wan cîhadiyan li Heleb û derdorê Helebê kiriye.
Çapemeniya Sûrî dêmen jî belav kiriye û nivîsandiye, di vê operasiyona han de gelek navendên cîhadiyan û topxaneyên cîhadiyan hatine jinavbirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin