Blinken serdana Rojhilata Navîn dike

armanca vê serdanê piştîvanî kirina Îsraîl û Siûdiyeyê ye.
کوردستان TV
100%

Vê li gel rayedarên Îsraîl û Siûdiyeyê bicive.

Li gor çapemeniya Amerîkayê, vê di rojên pêşiya me de wezîrê derve yê Amerîkayê Antony Blinken serdana Rojhilata Navîn bike.

Çapemeniya Amerîkayê diyar kiriye ku, Blinken di çarçoveya vê serdana han de vê biçe Îsraîl û Siûdiyeyê û li gel rayedarên wan her du welatan bicive.

Hate zanîn ku, armanca serdana Blinken pêşde birin û piştîvanî kirina prosesa normal kirina têkiliyên navbera Siûdiye û Îsraîlê ye.

Ji aliyeke din ve duhê rayedarên Îsraîlî jî diyar kiribûn ku, Îran hewl dide vê prosesa han têk bibe.

Nûçe Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.