Endaziyarekî Kurd ev çend roje wendaye

goman tê kirin ji aliyê cîhadiyan ve hatibe revandin.
کوردستان TV
100%

Li Efrînê wenda bûye û çarenivîsa wî nediyare.

Li gor jêderên çapemeniyê endaziyarê Kurd Şêxo Hec Ehmed ev 7 roje li Efrînê wendaye û kes nizane çarenivîsa wî çiye û çi bi ser wî hatiye.

Jêder behsa vê yekê kirine ku, endaziyar Şêxo hec Ehmed roja 29 Îlonê ji mala xwe ya li Efrînê derketiye û careke din venegeriyaye û heta niha derbarê wî de ti zaniyarî nehatine bidestxistin.

Kesûkarên wî jî fikar hene ku, ji aliyê komên cîhadî ve hatibe revandin.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.