Serokwezîrê Kurdistanê pîrozbayî li YNK dike

hêviya vê dike piştîvaniya xwe bo cîhbicîh kirina bernameya hikûmetê zêdetir bikin.
کوردستان TV
100%

Jiber kongreyê peyameke pîrozbayî pêşkêşî YNK kiriye.

Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî jiber kongreya Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê peyameke pîrozbayî pêşkêşî Serok û Serkirdatiya nû ya YNK kir.

Mesrûr Barzanî di peyama xwe de nivîsandiye; Jiber bi dawî hatin û serkeftina kongreya we, pîrozbayî li Serok, Serkirdatî û tevahiya endam û alîgirên partiya we ya têkoşer dikim. Hêvî dikim pêvajoyeke nû bo xizmet kirina gel û welat destpê bikin, pêngavên we bo yekdengî û yekrêziya nîştimanî, parastina destkeftin nîştimanî û berejwendiyên xak û xelkê Kurdistanê bin û piştîvanî û hevkariya xwe jî bo cîhbicîh kirina bernameya hikûmetê zêdetir bikin.

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.