Dibêje beşek ji rêkeftinê nehatiye cîhbicîh kirin.
Peyvdarê wezareta derve ya Îranê Nasir Kenanî derbarê rêkeftina ewlekarî ya di navbera Îran û Îraqê de ragihand ku, Îran bi berdewamî çavdêriya cîhbicîh kirina vê rêkeftina han dike û mohleta dawî ya bo cîhbicîh kirina vê rêkeftinê 28 Îlonê bû lê şandeke Îranî serdaneke meydanî kiriye û lêkolîn li ser vê mijarê kiriye lê derketiye ku, beşek ji rêkeftinê hatiye cîhbicîh kirin lê beşeke rêkeftinê nehatiye cîhbicîhkirin.
Kenanî tekez li ser vê yekê kiriye ku, aliyên Îraqî û rayedarên hikûmeta herêma Kurdistanê çend caran tekez li ser vê yekê kirine ku, pêbend dibin li ser cîhbicîh kirina rêkeftinê û Îran jî çavdêriya rewşê dike.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin