Li ser sînorên navbera Îraq û Îranê hatine avakirin.
Cîgirê Fermandarê operasiyonên hevbeş Qeyis Elmihemedawî ragihandiye ku, di çarçoveya rêkeftina ewlekarî ya di navbera Îraq û Îranê de ya derbarê ewlekariyên sînoran de, Îraq 12 navendên kontrol kirina sînoran ava kiriye.
Nav hatî ji çapemeniya Îraqî re diyar kiriye ku, partiyên Kurdî yên Îranê di çarçoveya rêkeftina han de ji sînorên Îranê hatine dûrxistin û bo nava axa Îraqê hatine vekêşandin.
Elmehmedawî herwiha diyar kiriye ku, êrîşên Îran û Tirkiyeyê bo ser axa Îraqê binpê kirina serweriya Îraqiye û ev yek ji aliyê Îraqê ve nayê qebûlkirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin