Amerîka du kompaniyên Tirkî ceza dike

xwedanên wan her du kompaniyan jî hatine cezakirin.
کوردستان TV
100%

Hevkariya Rûsyeyê kirine.

Wezareta xezêne û darayî ya Amerîkayê ragihand ku, di pêngaveke nû de ji 5 welatên curbicur yên cîhanê hijmarek kompanî û kesatî jiber hevkarî kirina Rûsyeyê ceza kirine.

Li gor daxuyaniya han Amerîka du kompaniyên Tirkî jî di nava vê lîsteyê dene jiber ku, ev her du kompaniyên Tirkî bo binpê kirina dorpêçên cîhanî yên li ser Rûsyeyê hevkariya Rûsyeyê kirine.

Herwiha hate zanîn ku, xwedanên wan her du kompaniyên Tirkî jî ji aliyê Amerîkayê ve hatine cezakirin.

Navê kompaniyên cezakirî yên Tirkî ewe; Margiana İnşaat Dış Ticaret, Demirci Bilişim Ticaret Sanayi, Denkar Gemi İnşaat.

Rojhilata navîn Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.