Hinek alî dibêjin teqîn çê bûye.
Li gor çapemeniya Îranî duhê direngiya şevê dengeke mezin li bajarê Xoremabadê ya li Rojhilatê Kurdistanê hatiye bihîstin û li gel dengê ku, weke dengê teqînê bûye, erd jî hejiyaye.
Heta niha rayedarên Îranî û çapemeniya fermî ya Îranê li ser vê mijarê ti daxuyanî belav nekirine lê hinek hesabên medyaya sosiyal qala çê bûne teqînê û hineke din jî qala erhejê dikin.
Her di vê derbarê de ajansa tesnîm ya spaha Pasdaran jî nivîsandiye: LI Xoremabadê çend dengên mezin û bixov hatine bihîstin û di encama wan dengan de jî erd hejiyaye.
Ji aliyeke din ve rayedarekî parêzgeha Xoremabadê jî pişt rast kiriye ku, dengê çend teqînên mezin hatiye bihîstin lê heta niha derbarê ziraran de ti zaniyarî nehatine bidestxistin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin