Ji aliyê Amerîka û hevpeymanan ve hatiye girtin.
Fermandariya navendî ya Amerîkayê yaku, bi CENTCOM tê nasîn daxuyaniyek belav kiriye û têde qala girtina berpirsekî mezin yê DIŞIê kiriye.
Di daxuyaniya han de hatiye eşkere kirin ku, roja şemî hêzên Amerîkî û hevpeymanên herêmî di operasiyoneke berfire û mezin de li Bakûrê Rojhilatê Sûriyeyê karîne berpirsê operasiyonên terorîstên DIŞIê bi navê Ebû Helîl Fedanî binçav bikin.
Di berdewamiya daxuyaniya han de hatiye diyarkirin ku, Defanî li gel tevahiya tîm û komên terorîstên DIŞIê yên li deverê de di nava têkiliyên berdewam de bûye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin