Gelek veşartgeh û cebelxaneya DIŞI hatiye jinavbirin.
Li gor daxuyaniyeke artêşa Îraqê, duhê hêzên Îraqî li navçeya Eyis ya li parêzgeha Selahedînê operasiyonek li dijî DIŞI û paşmayiyên DIŞIê lidar xistine.
Di daxuyaniya artêşa Îraqê de hatiye diyarkirin ku, di encama vê operasiyona han de gelek veşartgeh û cebelxaneya DIŞIê hatiye dîtin û ji aliyê artêşa Îraqê ve hatiye jinav birin.
Artêşa Îraqê diyar kiriye ku, di vê operasiyonê de 9 veşartgehên DIŞIê jî hatine wêrankirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin