Di merasîma vekirina projeya geşanewe de gotarek pêşkêş kir.
Îro li Hewlêrê bi amadebûna Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî merasîmek bo vekirina projeyeke abûrî ya bi navê geşanewe hate organîzekirin.
Di merasîma han de Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî gotarek pêşkêş kir û ragihand ku, ev projeya han projeyeke girîng ya hikûmeta Kurdistanê ye bo pir cure kirina abûrî û çavkaniyên dahatê û kerta taybet jî sedî 50 liv û tevgerên abûrî li herêma Kurdistanê li xwe digire.
Mesrûr Barzanî diyar kir ku, îro bo hikûmeta herêma Kurdistanê rojeke dîrokiye û ev projeya han xizmeteke baş pêşkêşî abûriya Kurdistanê dike û hikûmet jî girîngiyeke zêde bi kerta bankî ya Kurdistanê daye.
Serokwezîr di berdewamiya gotara xwe de behsa rewşa giştî jî kir û ragihand ku, em weke xelkê Kurdistanê hertim hewl daye bi aştî û azadî bijîn lê hîn jî hinek alî wisa dihizirin û dixwazin ku, gelê Kurd were cezakirin.
Mesrûr Barzanî di beşeke dinji gotara xwe de diyar kir ku, pêbendiya Kurd bi Îraqê bi birçî kirin nabe lazime tevahiya gelên Îraqê yeksan bin. Niha li Îraqê bo azadî û demokrasî rewşeke erênî heye û lazime fêde ji vê rewşa han were wergirtin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin