Beriya şeş salan gelê Kurdistanê got ez serbixweyî dixwazim.
Îro 25ê Îlona 2023an, 6 sal bi ser pêngava girîng, dîrokî û netewî ya gelê Kurd re derbas dibe.
Di 25ê Îlona 2017an de gelê Kurdistanê di pêngaveke girîng û dîrokî de, mohira xwe li dîroka sedsala 21an da û bi dengeke bilind hawara xwe gehande cîhanê û got serbixweyî dixwazim.
Piştî lihev kirina part û aliyên siyasî yên Kurdistanê li ser destê Serok Barzanî bi pêşengiya Serok Barzanî di hezîrana 2017an de biryara referandumê hate dayîn û piştî çend civîn nîqaşan û herwiha rixmî gef û zextên dewletên herêmê û civaka cîhanî, roja 25ê Îlonê gelê Kurd çû ser sendoqan û deng bi serbixweyiya xwe da.
Di dengdanê de bi giştî 4 miliyon û 561 hezar û 255 kes beşdar bûn û sedî 92.73 ji xelkê Kurdistanê dengê erê bi serbixweyiya Kurdistanê da.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin