Li Sûdanê zêdetir ji 3 hezar kes hatine kuştin

tenê di hefteyekê de 14 hezar kes ji malên xwe bar kirine.
کوردستان TV
100%

Zêdetir ji 5 miliyon kes jî aware bûne.

Li gor raporteke fermangeha karûbarên însanî ya ser bi Netewên Yekgirtî di encama şerê navxweyî ya Sûdanê de heta niha zêdetir ji 3 hezar kesan canê xwe ji dest dane.

Di heman raportê de hatiye diyarkirin ku, jiber şerê 5 miliyon û 300 hezar kes jî li ser asta navxweyî ya Sûdanê aware bûne û li 4 hezar cîhên curbicur li 18 parêzgehên vê welatî bicîh bûne.

Di berdewamiya raportê de hatiye diyarkirin ku, zêdetir ji 1 miliyon Sûdanî jî ji welatê xwe koç kirine û berê xwe dane welatên cîran.

Herwiha hate zanîn ku, tenê hefteya derbasbûyî zêdetir ji 14 hezar kesan jiber xirabiya rewşê ji malên xwe bar kirine.

Nûçe Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.